Sidebar Ads

Cigerxwîn HAYATI (Jiyana Cigerxwîn)

Kurtejiyana Cigerxwîn (1903-1984)

Ji malbateke gundî belengaz, helbestvanê Kurd ê nûjen Cegerxwîn sala 1903 z li gundê Hesarê yê ku dikeve Kurdistana Bakur hat dinê.

Navê wî Şêxmûse kurê Hesenê Mihemedê Mehmûdê Elî ye.

Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema dê û bavê wî mirin û sêwî ma.
Vêce ji naçarî bû şivan û paleyî jî dikir.
Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da zanistiyê, li cem şêx û melan li zanînê geriya, dest bi xwendina feqetiyê kir.
Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza) xwe li cem Mele Fethule stand, piştre hinekî meletiya gundan kir.
Du bûyerên mezin di herêmê de çêbûn, ev bûyer bûn sedemên guhertinê di kesîtiya Cegerxwîn de, berê wî bi xurtî ber bi niştimanperweriyê de dan:

1- Cenga cîhanî ya yekem û tiştên jê veketin, mîna serxwebûna gelên bindestê Turkan û peymana taybet bo Kurdistana Bakur a ku bi navê (Sêver) tê nasîn û leystikên Turkan dijî wê peymanê.

2- Heriftina şoreşa Şêx Seîd 1925ê z û di pê re çavsoriya ku Tirkan li gelê Kurd kirin. bikuştina hezarên şoreşgêran. Hema bi sedan ji wan şoreşgêran gihiştin Sûriyê.
Ewan şoreîgêran di sala 1927 z de komeleyek bi navê



(xweyîbûn) saz kirin. Cegerxwîn tevlî vê komeleyê bû û bû yek ji endamên wê.
Di vê demê de Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kir û di kovara Hewarê de helbestên xwe diweşandin.
piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958 z, Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zankoya Bexdayê di beşê wêjeyan de xwend.
Di sala 1963 z, ji naçarî dîsa vegeriya Sûriyê, ta sala 1979 z û di wê salê de berê xwe da Siwêdê û li bajarê Stokholmê cîwar bû.
Di 22 çiriya pêşîn de, sala 1984ê z de. li bajarê Stokholmê dilê wî rawesta û çû dilovaniya xwedê.
Ez bawer im kesekî mîna cegerxwîn tekê zemanê xwe bû. Bi hiş û ramanê xwe, bi bîr û bawerên xwe, niştimanperwerekî bê hempa, di nêv miletekî nezan û perîşan de, ku bi sedê salan zilm û zordariyê dikêşe.
Cegerxwîn ev rasteqînî baş dizanî, ji ber ku gelek bûyerên mezin di Kurdistanê de li ber çavên wî çêbûn, vêce giha encamekê ku, miletê di vê rewşa xirab de bijî, dive mirov bêhnê lê fireh bike, hin bi hin mirov wî bighîne baweriyên zanistî, girêdanekê di navbera wî û doza azadiyê de pêk bîne.
Lê carna bê hêvî dibû û digot: (gulek nake buhar) . Lê di dema niha de neviyên Cegerxwîn bîr û baweriyên wî di dilê xwe de çandin, û li ser rêça wî gavan tavêjin.
Di dawî de em dikarin rastiya vê helbesta wî berbiçav bikin dema dibêje:
Meyger tu binê ez li dinê her wekî fîl im
Şûva ko me ajotiye tovê xwe biçînin

Mizgîn li te be me tovê xwe çand û gelekî nêzîk ewê kat bide!

Ebdulsalam Darî
www.rojava.net
 
ESERLERİ
Berhemên Cigerxwîn

Helbest (şiir)
1- Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
2- Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam
3- Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd
4- Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû 1980
5- Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû19
6- Dîwana sesem: Sefeq, Weşanên Roja Nû 1982
7- Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
8- Dîwana hestem: Aştî, Weşanxana Kurdistan 1985 Stockholm

Ziman û Ferheng (Dil ve Sözlük)

1-Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
2- Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
3- Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda

Wergerandin (Çevirdikleri)


Kurd. Basîl Nîkîtîn (tercume)
Mînoriskî (tercume)
Leyla û Mecnûn (tercume)
Ûsiv û Zelîxe (tercume)
Çîroka xortê îranî (tercume)
Dewleta Mahabadê (tercume)
Kêferat li ser Kurdistanê, Xalifîn (tercume)
Baqismatê res (tercume)

Dirok (Tarih)

Çend Soresên kurdên kevnar e
Destûra Kurdistanê
Dewleta Eyûbî li Yemenê
Tarîxa benî Eyûb perçê 1
Tarîxa benî Eyûb perçê 2
Tarîxa benî Eyûb perçê 3

Yorum Gönder

0 Yorumlar